Protokola Dadgehê
Dadgeh cihekî fermî û cidî ye. Tê payîn ku mirov bi vî rengî tev bigerin ku hurmetê nîşanî sîstema Dadgeh û dadmendiyê bikin.
Dadwer
Her ku Dadwer bikeve odeyê yan jî derkeve, divê hun rabin ser xwe û serê xwe bitewînin. Kengî hun bikevin odeya dadgehê yan jî derkevin, divê hun serî li ber sîmbola hikûmeta Queenslandê bitewînin (Coat of Arms). Divê hun Dadwer wekî “Cenabê We” binav bikin û kengî Dadwer bangî we bike hun rabin ser xwe.
Etîkêta Odeya Dadgehê
Tê payin ku yên li odeya dadgehê bêdeng û hurmetdar bin. Heta ku ji aliyê Dadwer ve neyê gazîkirin divê hun neaxivin. Divê hun xwarinê nexwin, cixarê venexwin û benîşt nejûn.
Dema hun li odeya dadgehê bin, teqes bin ku telîfona we girtî ye an jî bêdeng e. Divê hun wêneyan negirin an jî ti tiştî qeyd nekin.