Xizmetên Alîkariyê
Ji bilî alîkarîya hiqûqî û wergêran, hun dikarin ji xizmetên din ên piştevanîyê jî alîkarîyê bistînin. Ev dê girêdayî çawanîya doza we ya dadgehê be û herweha girêdayî mercên we yên kesane be.
Dadgeh di mijara çalakiyên dadgehê de çend xizmetên ku ji we re bibin alîkar pêşkêş dike. Lîsteya van xizmetan dikarin li vir bên dîtin https://www.courts.qld.gov.au/services
Herweha gelek coreyên xizmetguzarîyên hukûmetê û xizmetguzarîyên civakî hene. Gelek ji wan xizmetan belaş in.
Eger hun di nav têkiliyek tundûtûjîya navmalî de bin, gelek xizmetên cuda yên piştevaniyê hene ku di nav wan de alîkarî ji bo çûyîna Dadgehê heye, şandina we ji bo cihekî hun bimînin ji ber tendutûjiyê û wergirtina alîkairyê diravî. Ji bo rawestandina reftarên tundutûjiyê heger pêdivîya we bi alîkarîyê hebe piştgirî jî heye. Lîsteya tevahîya xizmetên piştevanîyê dikarin li vir bên dîtin https://www.courts.qld.gov.au/going-to-court/domestic-violence/support-services#.