Xizmetên Din
Li dadgehan de bi gelemperî li her qatî tiwelêt hene. Ji bo astengdaran hin tiwelêt hene. Herwiha ode hene ji bo bikaranîna giştî, wekî amadekirina doza we. Heger kesekî din yek ji van odeyan bi kar bîne, wê demê hun nikarin odeyê bi kar bînin.
Heger hun bi zehmetî dibihîzin, ji bo ku hun bibihîzin bê ka çi tê gotin hun dikarin cîhazê bihîstinê ya li odeya dadgehê bi kar bînin. Heger hun difikirin ku dê pêdivîya we bi cîhazê bihîstinê hebe, divê hun ji xebatkarên qeydê re bibêjin û ew dikarin vê ji bo we peyda bike. Heger li odeya dadgehê hebe, hun dikarin cîhazê bihîstina guhêzbar jî bi kar bînin. Hun dikarin vê yekê ji xebatkarên dadgehê bipirsin.