Parêzer
Eger parêzerekî we hebe, ew ê li Dadgehê ji bo we biaxivin. Heger parêzerekî we tune be û hun parêzerekî bixwazin, wê demê divê hun ji Dadwer re bibêjin. Bi gelemperî, ji bo mijarên cezayî û tundûtûjiya navmalî, kesek heye ku li derveyî odeya dadgehê ye bi navê ‘parêzerê peywir e’ ku nûnertîya rêxistina bi navê Legal Aid Queensland dike. Hun dikarin xwe bigînin wan û di hin rewşan de, ew dê di wê rojê de nûnertiya we bikin, li gorî ku doza we ji be çi ye. Naxwe, ew dikarin bibin alîkar ku hun fêm bikin bê wê rojê li Dadgehê çi dê biqewime.
Lê belê mafê we heye ku hun xwe temsîl bikin û li Dadgehê bi xwe biaxivin. Heger tişta ku hun dixwazin bikin ev be, nexwe divê hun vê ji Dadwer re bibêjin. Heger di qonaxekê de hun fikra xwe biguherînin, hun dikarin di her qonaxeke dozê de parêzerekî bi kar bînin.