Skip to main content

Zaniyariyên Derbarê Dadgeha Dadweriyê

Dadgeha Dadweriyê asta yekemîn a sîstema dadgehê ya li Queensland’ê ye. Li wîlayetê nêzî 130 cihên cuda yên Dadgehên Dadweriyê hene. Piraniya dozên sûcdar û sivîl bi awayekî li vê Dadgehê dest pê dikin. 

Doz ji aliyê Dadweran tê danîşin, ew ofîserê dadgehê ne ewên ku ku biryarê li ser van dozan didin, bi awayekî pêşîn yan bi awayekî dawî, ew girêdayî cureya dozê ne. Di vê Dadgehê de ti dadgerî tune ne. 

Heger hewce nake hun biçîin Dadgehê lê divê hun belgeyan li qeydê tomar bikin, ji kerema xwe ji bo dosyakirina wan belgeyan nîşanên qeydê bişopînin. Qeyd li ber deriyê sereke yê dadehê ye. 

Qeyd di heman demê de ciheke ku hun dikarin belgeyan lê îmze bikin (mînak belgeyên kefaletê) û kopiyên fermanên ji aliyê Dadgehê ve hatine dayîn bistînin. Hin pend hene derbarî kîjan cureyên belgeyan hun dikarin ji qeydê bistînin hene. Heger hun pêvajoyên qeydê fam nekin, dibe ku xebatkarên qeydê bikaribin alîkarîya we bikin.