Odeya Ewle ji Tundutûjiya Navmalî
Eger hun ji bo serlêdana biryara ji ber tundutûjiya navmalî li Dadgehê bin, hingî dibe ku hun xwe bigihînin odeyeke ewle. Li hin dadgehan ji bo kesên tade lê hatine kirin(kesê ku şidet li dijî wan bûye) û jina bersivdayî di dozê de (kesê ku tundutûjiya navmalî kiriye) odeyên ewle hene. Divê hun ji kesekî ku di qeydê de dixebite bipirsin dema hun gihiştin dadgehê da ji we re bibêje ku hun ê biçin ku derê.