Ewlehiya Dadgehê
Hin dadgeh dê kontrola ewlehiyê bikin. Eger Dadgeh xwedî ewlehiyekê be, her kesên beşdarî Dadgehê dibin divê di wir re derbas bibin.
Ev yek ji bo ewlekariya her kesên li avahiya Dadgehê ne. Ev tê wê wateyê ku hun ê neçar bin ku hin tiştên xwe, mîna çenteyan, di cîhazê kontrola ewlehiyê de derbas bikin.
Divê hun herwiha di deriyekê kontrolkirina ewlehiyê re derbas bibin,
Dibe ku carnan hun bêne kontrolkirin ji ba parêzvanekî ewlehiyê bi rêya cîhazê destan.
Eger tiştekî ku li avahiya Dadgehê destûr nayê dayîn hun bi xwe re bînin, li gorî ku ew tişt çi ye, dibe ku bi temamî ji we bistînin.