Hatina li Dadgehê Weke Şahid
Eger hun weke şahid li Dadgeha Dadweriyê bin, dema ku hun hatin dadgehê divê hun kesê ku ji we xwestiye hun werin dadgehê an qeydê agahdar bikin. Heta ku sira we ya dayîna delîlan nebe, hun nikarin bikevin odeya dadgehê. Divê hun li bendê bin ku kesê ji we xwestiye hun werin Dadgehê we bibînin û ew ê we bibin cihekî ku hun dikarin li wê derê bisekinin.
Destûr nayê dayîn ku hun bi şahidên din yên li bendî sira xwe bin re mijarê nîqaş bikin.
Dema sira we be, dozgerek an jî kesekî bi navê karmendê xizmetên dadgehê wê bang li we bikin ji bo hun delîlê bidin. Wê we bibin cihê şahidan, ku cihekî li odeya dadgehê ye yê şahid lê rûdinin. Sond an jî pesend ji we tê xwestin, ev jî sozeke cidî ye ku tiştên hun li odeya dadgehê dibêjin wê rastî bin.
Gava hun delîlan didin divê hun rastîyê bibêjin. Gotina nerastiyan li Dadgehê dibe ku sûc be.