Piştî Ku Ji Aliyê Ewlehiyê De Hatin Kontrolkirin
Bibînin bê ka doza we dê li ku bê danişîn:
Li hin dadgehan panoyeke agahdarkirinê heye ku dozên her roj tên danişin nîşan dide. Eger hun ji bo xwe li vir in, wê demê li navê xwe bigerin. Heger hun ji bo şîrketa xwe li vir bin, li navê şirîkeya xwe bigerin. Lîste bi piranî li gorî paşnavê we an jî navê malbata we ya sereke an jî navê şîrketê dê bi rêza alfabetîk be. Li kêleka navê xwe, hun ê hejmara odeya dadgehê ya ku divê hun biçinê bibînin. Girîng e ku hun di demê de li wir bin.
Heger panoya agahdarîyê tune be an jî hun navê xwe nebînînin, wê demê ji karmendekî bixwazin ku ji we re bibêje ka doza we ya dadgehê li ku dê bê danişîn.
Çi bikin berî ku doza we tê danişîn:
Piştî we zanî bê ka doza we li ku tê danişîn, hun dikarin li derveyî dadgehê bisekinin, an jî di hundirê wê de. Her roj gelek dozên cuda tên danişîn, hem sûcdar hem jî sivîl. Dibe ku berîya danişîna doza we divê hun hinekî bisekinin.
Hin dadgeh pir mijûl in û girîng e ku dema hun li Dadgehê an jî li avahiya dadgehê bin hun li navê şîrketa xwe an jî navê xwe guhdar bikin. Dibe ku hoparlorliyek li avahiya dadgehê bê bikaranîn. Heger hun li derveyî odeya dadgehê li bendê bin, divê hun xwe ji bikaranîna berguhkan vegirin da ku hun bibihîzin dema navê we bê gotin.
Heger hun difikirin ku hewcehîya we bi wergêrekî heye ji bo ku hun fam bikin bê ka di doza we da çi tê gotin, li vir zêdetir zaniyarî hene.
Eger di doza we de parêzerekî we yê ku we temsîl dike tune be û hun yekî bixwazin, li vir zêdetir zaniyarî hene.